Günay Darici

Günay Darici rêvebira giştî ya hem Akademiya Yekmalê û hem jî komeleya Yekmal e.V. ye. Li Almanyayê di zanîngehê de xebatên civakî xwendiye. Beriya ku were Almanyayê, li Tirkiyê mamostetiya felsefeyê kiriye. Günay Darici beriya xebata xwe ya rêvebirina Yekmal e.V û Akademiya Yekmal jî, di nav karên cuda de li Yekmalê cih girtiye. Hinek ji wan karan endametiya lijneya rêveberiya Yekmalê, mamostetiya almanî û şêwirmendiya malbatan li ser mijarên perwerdehiyê ne.