Li Almanyayê mafê her xwendekarekê heye ku zimanê xwe yê dayikê li dibistanê hîn bibe. Kurdî (Kurmancî, Soranî an jî Kirmanckî/Zazakî) yek ji wan zimanan e ku xwendekarên diçin dibistana seretayî an jî dibistana navîn dikarin hilbijêrin. Dersên kurdî, pêşî di sala 1993’an de li Bremenê dest pê kirin, paşî jî li Nordrhein-Westfalen û Niedersachsenê hatin pêşkêşkirin. Ji sala 2019’an ve, li Berlin, Brandenburg û Rheinland-Pfalzê jî dersên kurdî di dibistanan de tên hînkirin.
Mamoste dibêjin zarokên ku tên dersê hem zimanê xwe yê dayikê bi awayekî rêk û pêk hîn dibin, hem çand û nasnameya xwe baştir nas dikin hem jî piraniya wan zarokan zimanê almanî û zimanên din jî baştir û zûtir hîn dibin. Malbatên ku zarokên wan diçin dersên kurdî jî dibêjin, zarokên wan bi saya dersên kurdî di dibistanê de serkeftîtir û lixwebawertir dibin. Zanyar, zimannas û pedagog jî van feydeyên dersên zimanê dayikê piştrast dikin. Lewma, hingî diçe zêdetir bajar û dibistanan de dersên kurdî vedibin. Lê belê, tenê dema malbat zarokên xwe qeyd bikin, dersên kurdî dikarin dest pê bikin û berdewam bikin.
Lê mixabin, hejmara serlêdanên ji bo dersên kurdî li beramberî serhejmara kurdên li Almanyayê gelek kêm e. Tê texmînkirin ji 1 mîlyonê zêdetir kurd li Almanyayê dijîn. Tenê li NRW, serhejmara kurdan dora 600 hezaran e. Ev jî tê wê wateyê ku hejmareke gelek mezin a zarokên kurd nikarin ji mafên xwe yên zimanê dayikê bi kar bînin.
Wek mînak, li Berlînê ku zêdetirî 100 hezar kurd lê dijîn û gelek xwendekarên bi zimanê kurdî diçin dibistanan, heta sala 2019an dersên kurdî tune bûn, tevî ku gelek rêxistinên kurdan, rewşenbîr û dê û bavên kurdan bi salan ev daxwaz kirin.
Lewma di sala 2015’an de bi rênîşandan û serkêşiya Yekmal e. V., me toreke bi navê “Kurdish AG” ava kir ku em wek sazî, komele, mamoste, zimanzan û malbat bi hev re bixebitin da ku Senatoya Berlînê mîna tirkî, erebî, polonî û hin zimanên din li dibistanan dest bi dersên kurdî bike.
Piştî hevdîtinên cuda yên bi siyasetmedar û rayedarên perwerdeyê yên li Berlînê re û bi hewldanên mezin, hikûmeta koalîsyonê ya Berlînê ya di sala 2016’an hatibû avakirin, bi awayekî fermî soza xistina zimanê kurdî di lîsteya dersên zimanê dayikê de cih girt. Piştî vê yekê Senatoya Berlînê di sala 2019’an de cara yekem dersên Kurdî li dibistanan da destpêkirin.
Piştî wê, hem li Berlînê hem jî li bajarên din ên Almanyayê xebatên me berdewam kirin, ji bo ku dê û bavên kurd hişyariya dersa kurdî ya li dibistanan zêde bikin. Ji bo vê yekê em bi rêxistinên din ên civaka Kurd û torên dêûbavan re hevkariyê dikin da ku hîn bêhtir xwendekar li dibistanan fêrî kurdî bibin û li zêdetir dibistanan dersên kurdî bidin destpêkirin. Her wiha em di warê îmkanên perwerdehiyê, pêşxistina materyalan û organîzekirina çalakiyan de piştgiriyê didin mamosteyên zimanê kurdî. Her wiha ji bo xurtkirina dersên kurdî di dibistanan de, ji holê rakirina zehmetî û astengiyên li pêşiya dê û bav, xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî û bilindkirina statûya kurdî ya li Almanyayê, em xebatên xwe didomînin. Herî dawî em ji bo xilaskirina pirsgirêkên bingehîn yên li ber zimanê kurdî, ji ber ku zimanekî bê dewlet e, kar dikin.