TESTKURD: Ezmûnên Zimanî

Akademiya Yekmal ji bo kesên ku dixwazin zanîna xwe ya zimanê Kurdî (Kurmancî) di asta C1 de li gorî Çarçoveya Hevpar a Ewropî ya Referansa Ziman (CEFR) îspat bikin, ezmûna zimanî ya TESTKURD C1 organîze dike. Ezmûn ji bo kesên ku di xwendina xwe de an jî di xebatên xwe yên civakî, pîşeyî û akademîk de kurdî bi kar tînin tê kirin. Bi taybetî kesên ku dixwazin li dibistan an hêlînên duzimanî (mînak Kita Piya) mamostetiya kurdî bikin an jî dixwazin bi kurdî karê wergerê bikin dikarin beşdarî vê ezmûnê bibin. Di asta C1 de hûn dikarin peyv û hevokan di asta bilind de fêm bikin û di axaftin û nivîsandinê de bi serbestî bikar bînin. Ji bilî vê, hûn dikarin li gorî rêgez û rêzikên rêzimanî yên zimanê kurdî bi bandor bi kar bînin. Ezmûn ji beşa nivîskî û ya devkî pêk tê, û bi tevahî 4 saetan (240 deqîqe) berdewam dike.

Ezmûna tê, 9ê (09.05.2025) Gulanê li Berlînê pêk tê.

SERLÊDAN: EZMÛNA TÊ