Dem: Îlon 2026 – Tebax 2027 Berfirehiya Bernameyê: 220 saet Cih: Bremen & înternet
Akademiya Yekmalê ya ji bo Ziman, Perwerde û Lêkolînê, ji bo kesên ku mamosteyî û wanebêjiya zimanê kurdî-kurmancî dikin û yên dixwazin vî karî bikin, perwerdeyeke akademîk dide destpêkirin. Ev bername bi hevkariya Enstîtuya Eyaletê ya ji bo Dibistanên li Bremenê (LIS), Senatoriya Zarok û Perwerdeyê ya Bremenê (SKB) û Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê (YMK) tê kirin. Bername ji aliyê Dr. Dorota Okońska (DaZ/DaF, Zanîngeha Duisburg-Essen) ve di warê dîdaktîka ziman de tê şopandin û nirxandin.
Armanca Bernameya kalîtekirinê ew e ku pisporan ji bo Hînkirina Zimanê Dayikê (HSU) ya Kurdî amade bike û bi vî awayî beşdarî berfirehkirina domdar a pêşkêşiya zimanan li dibistanên seretayî û navîn bike. Perwerde şiyanên didaktîka ziman, metodolojî, û zanista pisporî pêşkêş dike da ku beşdar bikarin zimanê kurdî bi awayekî akademîk û bi kalîte hem di dibistanan û hem jî di nav şert û mercên perwerdeyî yên derveyî dibistanê de hîn bikin.
Koma Armancê: Ev perwerde ji bo van kesan hatiye amadekirin:
- mamosteyên perwerdekirî yên ku kurdî zimanê wan ê dayikê ye;
- xwendekarên mamostetiyê yên ku kurdî zimanê wan ê dayikê ye;
- mamosteyên koçber an penaber yên ku kurdî zimanê wan ê dayikê ye;
- kesên ku di beşên têkildar an nêzîk de xwedî destûrnameya zanîngehê ne,
- an jî kesên ku di beşên têkildar an nêzîk de herî kêm du semester xwendibin û dixwînin.
Mamosteyên ku niha di HSU ya kurdî de dixebitin dikarin di çarçoveya vê bernameya kalîtekirinê de modulên taybet hilbijêrin û beşdar bibin.
Avasazî û Pêkanîna Bernameyê: Ev bernameya kalîtekirinê di nav du nîvsalan (semesteran) de tê pêkanîn û bi tevahî 220 saet digire. Bername ji van beşan pêk tê:
- Sê blokên perwerdeyê yên bi amadeyî (rû bi rû) li Bremenê
- Dersên dîjîtal
- Rûniştinên serhêl (online) mehê du caran, roja Çarşemê, ji saet 16:00 heta 20:00. Dibe ku di roj û demjimêran de guhertin bên kirin.
Beşa xwendina serbixwe (Selbststudium) jî beşek ji tevahiya 220 saetan e û di berfirehiya giştî ya bernameyê de tê hesibandin.
Dawîkirin û Sertîfîka: Beşdariya mamosteyên ku di pergala dibistanên Bremenê de dixebitin, wek dema perwerdeya pêşvebirinê (Fortbildungszeit) tê nasîn. Ev bername bi ezmûnek nivîskî û ezmûnek devkî bi dawî dibe. Beşdarên ku bi serkeftî bernameyê biqedînin, sertîfîkaya Yekmal Akademiyê distînin ku kalîteya wan wek dersdarên kurdî piştrast dike. Ev sertîfîka wek belgeyek ji bo îsbatkirina şiyanên pedagojîk û şiyanên didaktîka zimanê di warê kurdî wek zimanê dayikê de tê nasîn.
Mercên Qebûlkirinê: Kesek dikare ji bo vê bernameyê were qebûlkirin, heke:
- xwendina xwe ya yekem a zanîngehê ku şertên pîşeyî pêk tîne bi serkeftî qedandiye,
- di beşeke xwendinê ya têkildar de dixwîne û herî kêm du nîvsalên xwendinê bi serkeftî qedandiye, an
- çend sal ezmûna kar a têkildar bi karê perwerdeyê di nav çarçoveya dibistanê de hebe.
Her weha, divê herî dereng di dema ezmûna dawiyê de belgeya zanîna zimanê almanî û kurdî di asta C1 de (li gorî GER) were pêşkêşkirin. Yekmal Akademî dê di çarçoveya vê bernamê de ji bo beşdarvanan ezmûna asta C1 a kurdî li dar bixe.
Pêvajoya Serlêdanê: Hilbijartina beşdaran li ser bingeha belgeyên serlêdanê yên hatine şandin tê kirin. Hejmara beşdaran bi 25 kesan sînordar e.
Serlêdan: Serlêdan divê di navbera 01. Tîrmeh 2026 û 30. Tîrmeh 2026an de were şandin. Ev belge divê bên pêşkêşkirin:
1. Forma serlêdanê ya tijekirî
2. Kopiya belgeya qedandina dibistanê
3. Belgeya ku nîşan dide herî kêm du semesterên zanîngehê hatine qedandin
4. Belgeya asta C1 ya zimanê Almanî (GER)
5. Belgeya asta C1 ya zimanê Kurdî (GER)
6. Nameya armancê bi Kurdî, ku tê de pêvajoya perwerdehiyê, dîroka zimanî (Sprachbiografie), ezmûna mamostetiyê û sedema serlêdanê ravekirî be.
Rêxistin û Pêkanîn: Piştî ku serlêdan werin wergirtin, hemû belge bi baldarî tên nirxandin. Agahdariya qebûlkirinê an nepejirandinê di navbera 9.–11. Tebax 2026an de bi e-nameyê ji serlêderan re tê şandin. Piştî wê, beşdarên ku hatine qebûlkirin, ji bo civîna destpêkê ya li Bremenê tên vexwendin. Di vê civînê de:
- pêvajoya bernameyê tê ravekirin,
- mamoste û dersdarên bernameyê tên nasandin,
- beşdarên din tên nasandin,
- materyalên hînkirinê tên belavkirin.
Têkilî: Berpirsa koordinasyona giştî ya vê bernameya perwerdeyê Dr. Münevver Azizoglu Bazan e. Ji bo hemû pirsên li ser serlêdanê, şertên qebûlkirinê û naveroka bernameyê, ji kerema xwe bi Bahar Firat re têkilî daynin. E-name: leitung@yekmal-akademie.de
Şandina Serlêdanê: Ji kerema xwe hemû belgeyên xwe bişînin:
Yekmal Akademie gGmbH,
Schönleinstraße 23
10967 Berlin
an jî bi e-nameyê ji Muhammed Kaya (info@yekmal-akademie.de) Mijara e-nameyê: „Bewerbung Qualifizierung für HSU Kurdisch“
Bihayê beşdarbûnê: Bihayê beşdarbûnê 1.000 Euro ye. Ev dikare wek du taxsîdên 500 € jî bên dayin. Taxsîda yekem divê herî dereng di 28 Tebax 2026an de bê dayin. Taxsîda duyem jî dema wê herî dereng 31 Adar 2027an e. Hesabê bankeyê:
Xwediyê hesab: Yekmal Akademie gGmbH
Bank: Sozial Bank
IBAN: DE19370205000020168321
BIC: BFSWDE33XXX
Armanca dayînê: Paşnav, Nav – Qualifizierung
Ji kerema xwe re hay jê hebin ku piştî destpêka kursê, di rewşa xwevekişînê de, bihaya beşdarbûnê nayê vegerandin.
Forma Serlêdanê