Dersên Kurdî di Dibistanên Berlînê de – 2024

Malbatên rêzdar

Sala nû ya perwerdehiyê li Berlînê ev demek e dest pê kiriye. Em ji we hemûyan re û ji zarokên we re saleke serkeftî dixwazin

Bi destpêka perwerdehiyê, serlêdanên dersên zimanên dayikê jî dest pê kirin. Li Berlînê, ji sala 2019’an ve ye, kurdî jî wekî tirkî, erebî, polnî û hwd. di dibistanan de tê hînkirin. 

Îsal kurdî (hem kurmancî hem jî kirmanckî/zazakî) di sê dibistanan de tê hînkirin. Hûn dikarin li jêr navê wan dibistanan û rojên dersên kurdî bibînin: 

Xwendekarên di sinifên 1-10ê de ne dikarin xwe qeyd bikin û beşdar bibin dersan û kurdiya nivîskî hîn bibin. 

Hekê zarokên we jixwe di yek ji van dibistanan de be, hûn dikarin bi sekreteryiya dibistana xwe an jî mamaosteyê dersên kurdî re têkilî deynin.

Hekê zarokên we di dibsitaneke din de bin û hûn jî bixwazin zarokên xwe bişînin dersên kurdî ji kerema xwe an bi mamosteyê dersê re têkilî deynin an jî hûn dikarin agahiyên li ser malpera Senatoya Berlînê binêrin. https://www.berlin.de/sen/bildung/unterricht/faecher-rahmenlehrplaene/sprachen/#hsu

Wek Yekmal û komeleyeke ku ziman û nasnameya kurdî li Berlînê temsîl dike, em gelekî xweşbîn û hêvîdar bûn wexta dersên kurdî cara yekem di sala 2019’an de dest pê kirin. Lê belê mixabin dersên kurdî ji ber sedemên lojîstik, bûrokratîk û rêxistinî têra xwe derneketin pêş, serlêdan û qeydên ji bo dersan sînorkirî man. Sedema sereke jî ew e ku wek zimaneke bêdewlet, kurdî nikare sûdê bigire ji derfet û piştgiriyên ku zimanên din ên xweyî dewlet dikarin bigirin. 

Em hêvî dikin zêdetir malbat wate û qîmeta van dersan bizain û zarokên xwe qeyd bikin ji bo dersên zimanê kurdî. Tenê bi hev re em dikarin ziman, çand û nasnameya xwe baştir bidin xuyakirin û derbasî nifşên nû bikin. 

Hekê pirsên we hebin, an jî hûn bixwazin zêdetir agahiyan bizanin derbarê dersên kurdî de, em bi kêfxweşî amade ne ku alîkariya we bikin.

Yekmal Akademie
Navnîşan: Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
Tel: 030 81797365
Email: akademie@yekmal.de
Web: https://yekmal-akademie.de/kurdisch-in-schulen/

Facebook: https://www.facebook.com/KurdischInSchulen/
Instagram: @KurdischInSchulen
Hashtag: #KurdischInSchulen