Kurdî di Dibistanan de

Li Almanyayê mafê her xwendekarekê heye ku zimanê xwe yê dayikê li dibistanê hîn bibe. Kurdî (Kurmancî, Soranî an jî Kirmanckî/Zazakî) yek ji wan zimanan e ku xwendekarên diçin dibistana seretayî an jî dibistana navîn dikarin hilbijêrin. Dersên kurdî, pêşî di sala 1993’an de li Bremenê dest pê kirin, paşî jî li Nordrhein-Westfalen û Niedersachsenê hatin pêşkêşkirin. Ji sala 2019’an ve, li Berlin, Brandenburg û Rheinland-Pfalzê jî dersên kurdî di dibistanan de tên hînkirin.

Mamoste dibêjin zarokên ku tên dersê hem zimanê xwe yê dayikê bi awayekî rêk û pêk hîn dibin, hem çand û nasnameya xwe baştir nas dikin hem jî piraniya wan zarokan zimanê almanî û zimanên din jî baştir û zûtir hîn dibin. Malbatên ku zarokên wan diçin dersên kurdî jî dibêjin, zarokên wan bi saya dersên kurdî di dibistanê de serkeftîtir û lixwebawertir dibin. Zanyar, zimannas û pedagog jî van feydeyên dersên zimanê dayikê piştrast dikin. Lewma, hingî diçe zêdetir bajar û dibistanan de dersên kurdî vedibin. Lê belê, tenê dema malbat zarokên xwe qeyd bikin, dersên kurdî dikarin dest pê bikin û berdewam bikin.

Lê mixabin, hejmara serlêdanên ji bo dersên kurdî li beramberî serhejmara kurdên li Almanyayê gelek kêm e. Tê texmînkirin ji 1 mîlyonê zêdetir kurd li Almanyayê dijîn. Tenê li NRW, serhejmara kurdan dora 600 hezaran e. Ev jî tê wê wateyê ku hejmareke gelek mezin a zarokên kurd nikarin ji mafên xwe yên zimanê dayikê bi kar bînin.

Lewma, me ev tora bi navê “Dersên Kurdî di Dibistan de (Kurdisch in Schulen)” ava kiriye ku em wek sazî, komele, mamoste, zimannas, malbat û kedkarên zimanê kurdî bi hev re bixebitin da ku zêdetir zarokên kurd bikarin di dibistanan de zimanê kurdî hîn bibin, li zêdetir bajaran dersên kurdî werin dayin, statû û derfetên zimanê kurdî zêdetir bin li Almanyayê, zehmetî û astengiyên li hemberî dersên kurdî werin rakirin, kurd jî wekî hemû civakên din bi ziman, nasname û çanda xwe li vê welatê bijîn.

Zêdetir agahî: https://kurdischinschulen.yekmal.de/