Semîner di derbarê Pirzimanî de li Zanîngeha Azad a Berlînê


Em pê serbilind in ku me semînerek/kargehek di derbarê pirzimanî de li Enstîtûya Perwerdehiya Taybet li Zanîngeha Azad a Berlînê pêşkêş kir û me bi mamosteyên pêşerojê yên Perwerdehiya Taybet danûstendin kir li ser rola girîng a pirzimaniyê di nav malbat, hêlîn û dibistanê de. Di beşa yekem a semîner/kargehê de me xebat û projeyên komeleya me Yekmalê û Akademiya Yekmalê, taybetî jî xebat û çalakiyên me yên di qada ziman û perwerdehiyê de pêşkêş kirin. Me bal kêşand ser zehmetî û astengiyên ku malbat û xwendekarên kurd dê dibistanan de rast lê tên, ji ber paşxaneya dîrokî û siyasî ya rewşa kurdan. Her wiha, me hinek materyal û pirtûkên Akademiya Yekmalê nîşan dan.

Di beşa duyem a semîenr/kargehê de, me hinek encamên lêkolîna xwe ya dawî ya di derbarê pratîk û serpêhatiyên malbatên derneteweyî li Berlînê de pêşkêş kirin. Beşdarên semîner/kargeha me, bi gotineke din mamosteyên pêşerojê yên Perwerdehiya Taybet, zehmetî û derfetên li ser mijara pirzimaniyê di dibistanan de nîqaş kirin. Her wiha, di kargehê de, beşekê nirxandin û lihevşêwirînê jî hebû ku di encamê de beşdaran pêşniyarên xwe yên ji bo xurtkirin û pêşvebirina pirrengiya zimanî di qadên perwerdehiyê de parve kirin. Em spasdar in ji bo Dr. Katrin Gabler ku em vexwendin ji bo vê semîner/kargehê û derfet çêkir ku em fikr û dîtinên xwe parve bikin û piştgiriya xwe ya ji bo pirzimaniyê di perwerdehiyê de dubare bikin. Em ji dil bawer dikin ku hevkariyên bi vî rengî nîşan dide ku avakirina pêşerojeke pirziman û tevker di perwerdehiyê de berpirsiyariya hevbeş a perwerdekar, lêkolîner û saziyên civakî ye.