Di Dibistanên Berlînê de Dersên Kurdî

Hûn dixwazin zarokên we di dibistana xwe de kurdî (kurmancî an jî kirmanckî/zazakî) hîn bibin? Hûn dikarin zarokên xwe qeyd bikin dersên kurdî li dibistana xwe. Ev xebateke Senatoya Berlînê ye ji bo piştgiriya pirzimaniyê li dibistanan.

Ji bo zêdetir agahiyan, hûn dikarin malpera Senatoya Berlînê binêrin.

https://www.berlin.de/sen/bildung/unterricht/faecher-rahmenlehrplaene/sprachen/#hsu

Wekî din hûn dikarin bi me re têkilî deynin ji bo agahî, alîkarî û şêwirmendiya ji bo dersên kurdî di dibistanên Berlînê de.

Têkilî:
Yekmal Akademie
Address: Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
Tel: 030 81797365
Email: info@yekmal-akademie.de