Akademiya Yekmalê ji bo mezin û piçukan kursên kurdî pêşkêş dike. Kursên me di astên cuda de, ji bo hewcedariyên cuda tên dayin. Kursên me bi zaravayên kurmancî û soranî pêk tên, lê belê di pêşerojê de armanc ew e ku kursên kirmanckî (zazakî) jî hebin.
- Kursên ji bo mezinan, zêdetir ji bo wan kesan in ku kurdî cara pêşî hîn dibin. Di kursan da mijarên rojane, û çalakiyên xwendin, nivîsandin, guhdarîkirin, axaftin û rêzimanê tên bikaranîn.
- Kursên ji bo zarokan bi riya lîstik û çalakiyên hûnerî û bi xebatên pedagojîk pêk tên.