Wekî her sal, Akademiya Yekmalê îsal jî ezmûna TESTKURD C1 li dar dixe ji bo kesên ku dixwazin li gorî CEFR (Çarçoveya Hevbeş a Ewropî ya Referansê ji bo Zimanan) zanîna xwe ya zimanê kurdî (kurmancî) di asta C1 de bidin pejirandin.
Ezmûna 2026 ya li Berlînê dê 25ê Nîsanê saet di 10:00’an de li Navenda Malbatan a Rengînê ya komeleya Yekmalê pêk were.
Roj: 25.04.2026
Dem: 10:00 Uhr
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê
Waldemar Straße 57, 10997, Berlin
Heqê beşdarbûna ezmûna TESTKURD C1 90.00 (Nod/Nehwêd) EURO ye. Ger hûn bixwazin beşdarî vê ezmûnê bibin, ji kerema xwe heya 17’ê Nîsanê FORMa serlêdanê dagirin: https://forms.gle/Zvo4mo7jqhnKWujo7
Piştî serlêdanê, em ê ji bo heqê ezmûnê bi we re têkilî deynin.
Not 1: Ew ê îsal jî di meha Cotmehê de wekî her sal ezmûna TESTKURD C1 li Bielefeldê were lidarxistin. Kesên nekarin beşdarî ezmûna li Berlînê bibin, dikarin li bendê bisekinin û serlêdana xwe ji bo ezmûna li Bielefeldê bikin.
Not 2: Ezmûna TESTKURD C1 dê li polê pêk were û bi onlîne nîne.
Bo agahiyên amadekariyê pê livir bikin!
Têkilî: testkurd@yekmal-akademie.de