Akademiya me di 09.05.2015’an de li Berlînê ezmûna jêhatîbûna zimanê Kurdî ya TESTKURD C1 li dar xist. Bi tevahî 8 kes beşdarî ezmûnê bûn. Beşdarên serketî Bawernameya TESTKURD C1 wergirtin.
Ezmûna TESTKURD C1 salê du caran pêk tê. Ezmûna yekem her gav di hefteya yekem a Gulanê de li Berlînê pêk tê. Bi heman awayî, ezmûna duyem her gav di hefteya yekem a Cotmehê de li Bielefeldê pêk tê.
Akademiya Yekmalê ji bo kesên ku dixwazin zanîna xwe ya zimanê Kurdî (Kurmancî) di asta C1 de li gorî Çarçoveya Hevpar a Ewropî ya Referansa Ziman (CEFR) îspat bikin, ezmûna zimanî ya TESTKURD C1 organîze dike.
Ezmûn ji bo kesên ku di xwendina xwe de an jî di xebatên xwe yên civakî, pîşeyî û akademîk de kurdî bi kar tînin tê kirin. Bi taybetî kesên ku dixwazin li dibistan an hêlînên duzimanî (mînak Kita Piya) mamostetiya kurdî bikin an jî dixwazin bi kurdî karê wergerê bikin dikarin beşdarî vê ezmûnê bibin.
Di asta C1 de hûn dikarin peyv û hevokan di asta bilind de fêm bikin û di axaftin û nivîsandinê de bi serbestî bikar bînin. Ji bilî vê, hûn dikarin li gorî rêgez û rêzikên rêzimanî yên zimanê kurdî bi bandor bi kar bînin.
Ezmûn ji beşa nivîskî û ya devkî pêk tê, û bi tevahî 4 saetan (240 deqîqe) berdewam dike.
Ezmûna tê, 4ê Cotmehê (04.10.2025) li Bielefeldê pêk tê.
Dîrok: 4. Cotmeh 2025
Cih: Mühlenstr. 56, (33607 Bielefeld)
Serlêdana Ezmûnê
Zêdetir agahî di derbarê ezmûnê de: https://yekmal-akademie.de/nuceyendawi/agahdari-u-amadekari-ji-bo-ezmuna-testkurd-c1/