Bi mîlyonan kurd hem li Kurdistanê û hem jî li gelek welatên dîasporayê her sal 15ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Wekî komeleyeke ji bo pêşxistina pirzimaniya li ser bingeha zimanê dayikê dixebite, em hêz û hestên xwe digihînin malbateke mezin a parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî ji bo pîrozkirina dewlemendiya zimanê kurdî û potansiyela wê ya zindî.
Ev roj ne tenê derfetek e ji bo qedirgirtina mîrateya me ya zimanî, lê di heman demê de bangeke lezgîn e ji bo çareserkirina zext û astengiyên ku zimanê Kurdî hem li Kurdistanê û hem jî li welatên dîasporayê, bi taybetî di nav saziyên perwerdehiyê de, pê re rû bi rû dimîne.
Bi vê hişmendiyê, mijara me ya îsal bi taybetî pêwîstiya xurtkirina dersên Kurdî di dibistanan de ye, û taybetî bangewaziya me ji bo Berlînê ye. Her çiqas zêdetirî 30 sal derbas bûn piştî destpêkirina dersên Kurdî li Almanyayê, hêj jî zimanê kurdî rastî gelek astengiyên bingehîn tê û haya gelek malbatan ji dersên kurdî di dibistanan de çê nabe. Li Berlînê ku dersên fermî yên Kurdî di sala 2019an de dest pê kirin – bi saya xebatên dilsoz ên sazî û rêxistinên civaka Kurd di bin kordînasyona komeleya Yekmalê de, pêşeroja van dersan niha di bin gefek cidî de ye ji ber ku tê îdiakirin ku hejmarên qeydkirinê têrê nakin ji bo berdewamiya dersan.
Em dizanin ku sedema sereke ya kêmbûna serlêdan û qeydên ji bo dersên kurdî nebûna eleqeya dêûbav an xwendekarên kurd nîne. Berevajî vê, ew têkçûna sîstemîk a rayedarên perwerdehiyê û rêveberiyên dibistanan nîşan dide ku malbatan bi têra xwe li ser derfetên pirzimaniyê û dersên zimanê dayikê di dibistanan de agahdar nakin. Li ser van zehmetiyên giştî, malbatên kurd dubare bi dezavantajên din re rû bi rû dimînin, ji ber ku kurdî ne xwedî heman derfet û naskirinê ye dema mirov rewşa kurdî bide berhev bi zimanên wekî tirkî an rûsî ku bi salan di dibistanan de tên hînkirin. Wekî din, astengiyên lojîstîkî rê li ber gelek dêûbavan digirin ku zarokên xwe qeyd bikin ji ber ku dersên kurdî pir caran li dibistanên derdora mala wan nînin. Bi gotineke din, dibistanên ku dersên kurdî lê tên dayîn gelek dûr in ji bo piraniya malbatan.
Ji xeynî van jî, dersên kurdî bi zehmetiyên mezintir ên siyasî û fermî rû bi rû dimînin. Bo nimûne, tunebûna statûyeke fermî ya zimanê kurdî, şert û mercên destpêkirin û berdewamkirina dersên kurdî, kêmbûna piştgiriya fermî û derfên ji bo mamosteyên kurdî yên pîşeyî.
Ji ber vê yekê, di vê Roja Zimanê Kurdî de, em bang li dê û bavên kurd dikin ku dersên zimanê kurdî li dibistanên zarokên xwe bixwazin û li her deverê ku ev ders têne pêşkêş kirin, wan bi awayekî çalak qeyd bikin. Em ji rêxistinên civaka Kurd, komeleyan, înîsiyatîfên dê û bavan, rewşenbîr, hunermend û nûnerên civakê dixwazin ku pêşvebirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî bidin pêşiyê, agahdariyê di nav torên xwe de belav bikin û bi hev re ji bo piştgiriyek mezintir ji dibistan û rayedarên perwerdehiyê parêzvaniyê bikin. Wekî din, em rasterast bang li rayedarên perwerdehiyê û rêveberiyên dibistanan dikin ku berpirsiyariya xwe ji bo baştirkirina çalak a rewş, gihîştin û şert û mercên perwerdehiya bi zimanê kurdî bi cih bînin.
Em bawer dikin ku pêşvebirina zimanê kurdî li dibistanan tenê bi rêya çalakiyên kolektîf, hevkarî û piştgiriya hevbeş dikare bi ser keve. Wekî komeleya Yekmalê û Akademiya Yekmalê, em bi awayekî xurt û zelal li pişt vê mîsyona kolektîf radiwestin. Em dizanin ku em dikarin bi hev re serkeftinek hîn mezintir bi dest bixin.
Bi van bîr û baweriyan, em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin.
Akademiya Yekmalê
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal