Wekî her sal, Akademiya Yekmalê îsal jî ezmûna TESTKURD C1 li dar dixe ji bo kesên ku dixwazin li gorî CEFR (Çarçoveya Hevbeş a Ewropî ya Referansê ji bo Zimanan) zanîna xwe ya zimanê kurdî…
Roja Pisporiyê ya 16emîn ji bo Roja Zimanê Dayikê hat lidarxistin
Roja 20ê Sibata 2026an bi boneya Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê Roja Pisporiyê ji aliyê Akademiya Yekmalê ve bi sernavê „Beşdariya dêûbavan di dibistanan de - girîngî û potansiyela waneyên zimanê dayikê“ bi awayek serhêl…
Daxuyanî li ser Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê
Bi boneya 21ê Sibatê, Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê, em wek komeleya Yekmalê û Akademiya Yekmalê careke din tekezî li ser naskirin û bihêzkirina pêkhateyî ya waneya zimanê dayikê di sîstema Perwerdehiyê de dikin. Zimanê…
Dibista Şemiyê ya Yekmalê (Zivistan – Bihar 2026)
Em kêfxweş in ku bernameya Dibistana Şemiyê ya Yekmalê ya Zivistan û Bihara 2026an bi we re parve dikin û ji dil we vedixwînin ji bo beşdarbûnê. Demsala me ya nû di 14ê Sibata 2026an…
16. Roja Pisporiyê ji bo Roja zimanê dayikê; Beşdariya dêûbavan di dibistanan de – girîngî û potansiyela waneyên zimanê dayikê
Akademiya Yekmalê bi germî we vedixwîne îvênta Roja Pisporiyê ku di 20ê Sibata 2026an de bi helkefta Roja zimanê Dayikê bi awayek serhêl tê lidarxistin. Zana, aktorên saziyên civatî, dêûbav û parêzvanên pirrengiya zimanî tên…
Weşanek nû: Lêkolîneke Qadê ya li ser Jinên Kurd yên Penaber li Berlinê – Bi Alîkariya Yekmalê
Dr. Handan Çaglayan, di gotara xwe ya nû de, bi nerîneke zanistî li ser rastiya jiyana Jinên Kurd yên penaber li Berlinê pêşkêş dike. Lêkolîna qadê ya li ser bingeha çawaniyê, di navbera salên 2021-2022an…
Akademiya Yekmalê bi fermî hat vekirin
Di 10ê Cotmeha 2025an de, Akademiya Yekmalê ya Ziman, Perwerde û Lêkolînê gGmbH, li Akademiya Zanistî ya Berlin-Brandenburg (BBAW) li salona Einstein bi çalakiyeke taybet vekirina xwe pîroz kir. Moderatortiya çalakiyê ji komela Yekmal, Befan…
Ezmûna bê ya TESTKURDê li Bielefeldê pêk tê
Akademiya me di 04.10.2025’an de ezmûna TESTKURD C1 li Bieleldê li dar dixe. Akademiya Yekmalê ji bo kesên ku dixwazin zanîna xwe ya zimanê Kurdî (Kurmancî) di asta C1 de li gorî Çarçoveya Hevpar a…
Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî
Em bi kêfxweşî we vedixwînin Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî li Berlînê! Di atolyeyên wêjeyê de, sê romanên kurdî ku jiyana Kurdan a Berlînê nîşan didin wê bên gotûbêjkirin. Ji bo her atolyeya wêjeyê bi nivîskar,…
Ezmûna TESTKURD C1 li Berlînê pêk hat
Akademiya me di 09.05.2015’an de li Berlînê ezmûna jêhatîbûna zimanê Kurdî ya TESTKURD C1 li dar xist. Bi tevahî 8 kes beşdarî ezmûnê bûn. Beşdarên serketî Bawernameya TESTKURD C1 wergirtin. Ezmûna TESTKURD C1 salê du…