Weşanek nû: Lêkolîneke Qadê ya li ser Jinên Kurd yên Penaber li Berlinê – Bi Alîkariya Yekmalê

Dr. Handan Çaglayan, di gotara xwe ya nû de, bi nerîneke zanistî li ser rastiya jiyana Jinên Kurd yên penaber li Berlinê pêşkêş dike. Lêkolîna qadê ya li ser bingeha çawaniyê, di navbera salên 2021-2022an de hatiye çêkirin û bi piştgiriya Yekmalê hatiye pêkanîn. Encamên vê lêkolînê, dîtin û hevdîtinên di nava têkliyên ji nêz ve yên pratîkî de li ser torên civakî, pêşniyarên şêwirmendiyê û çalakiyên çandî hatine çavdêrîkirin. Ev gotara zanistî, di hejmara dawî ya Kovara “Kurdish Studies Journal” (Kovara Lêkolînên Kurdî) de hatiye weşandin.

Herçend li ser koçberiya ji neçarî ya kurdan ya di nava sînor an jî derîsînor û dîasporaya kurdan gelek xebat û lêkolîn hebin jî li ser jinên kurd û perspektîfên civakiya zayendî heta îro, xebatên zanistî bi awayê sîstematîk pir kêm hatine lêkolînkirin. Di lêkolînên heyî de, bêtir mijarên wek zahmetî û lewaziyan hatine destnîşankirin. Lê li ser qadên çalakî û stratejiyên jinên kurd zêde xebat nehatine kirin û ji vî aliyî de li ser vê mijarê têra xwe balkişandineke berbiçav nehatiye kirin.

Xebata birêz Çaglayan, li ser jiyana Jinên Kurd yên penaber li Almanyayê, bi awayekî çalak jiyana xwe çawa bi şêwe dikin, liberxwedêrî, çalakî û têkiliyên wan yên torên civakî bi berfirehî hatine tomarkirin/belgekirin û ev qada lêkolînê bi hûrgulî dewlemend dike.

Navenda xebatê, di nava têkiliyên torên civakî yên li Almanyayê, girîngiya jinên penaber tê destnîşankirin. Wek qadên têkilî, hevdîtin û danûstendinên koçber û penaberan de hebûn û hewcedariya saziyên wek Yekmalê gelekî girîng û xwedî roleke mezin hatiye nirxandin.

Di encamên vê lêkolînê de girîngiya torên civakî yên jinan derdikeve holê. Akademîsyen Handan Çaglayan, jinên diçin saziya Yekmalê, di parvekirina ezmûnên/tecrubeyên wan yên bi hev re, di dema têkiliyên daxwazên şêwirmendiya jiyana rojane yên pratîk û piştgiriya ji bo lêgerîna kar û hetanî danûstendinên ji bo çêkirina xwarinan jî wek têkiliyên civakî yên kêrhatî dinirxîne.

Çaglayan diyar dike ku ev hêvdîtinên li saziya Yekmalê pêk tên, hevkariyê teşwîq dike, hêsta wan ya xwetenêdîtinê kêm dibe û ev pêywendiya xwedîtiyê/ayidiyetê xurt dike. Dîsa Dr. Çaglayan destnîşan dike ku çalakiyên çandî/kulturî û yên ziman, di xurtkirina nasnameyê de dibin alîkar û ew di nava jinên kurd yên ji Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê, dibe derfetên pêkanîna parvekirina tecrubeyên jinan yên hevbeş.

Wek encam Handan Çaglayan, tîne ziman ku piştgiriyeke baş ya ji bo jinên pênaber, pêdivî bi têgihiştin û rêbazên cuda hene. Divê tecrubeyên jinan yên hevpar, piralî û potansiyelên wan, hem di lêkolînên zanistî û hem jî di polîtikayên civakî/sosyal de li ber çavan bên girtin. Tedbîr û binesaziya civakî, teşwîqkirina beşdariya çalak ya ji bo entergrasyona jinên kurd, divê li gorî hişyarî û hişmendiya zayendiya civakî û bi beşdariyeke guherbar were plansazkirin û pêşvebirin.

Hûn dikarin tevahiya gotara lêkolînê li vir bixwînin:

Çağlayan, H. (2025). Kurdish Women’s Experiences of Forced Migration and Resettlement in Germany since 2010. Kurdish Studies Journal, 3(2), 183-206.  https://doi.org/10.1163/29502292-bja10012

Agahî di derbarê nivîskar de:
Handan Çaglayan | Ensîtuya Zanistên Asya û Afrîkayê, Zanîngeha Humboldt ya Berlinê
E-Mail: handan.caglayan@hu-berlin.de