Çima Akademiya Yekmalê

Gelek zimanên ku li Almanyayê pirzimaniyê pêk tînin, ji aliyê dewletên wan ve li Almanyayê tên temsîlkirin. Hin ji van zimanan jî xweyî statûyên bilind in û bi berfirehî di belgeyên fermî de û bi heman rengî di karên giştî de tên bikaranîn. Ev ziman di dibistanan de bi statûyên cuda tên hînkirin, bi vî rengî şert û mercên bingehîn ji bo gihandina van zimanan ji nifşên nû re çêdike û axêverên van zimanan li Almanyayê xurt dike.

Mixabin kurdî ne yek ji wan e, yanî bi gelemperî nayê dîtin an jî kêm tê temsîlkirin, tevî ku li Almanyayê civatek mezin a kurdan heye. Wisa tê texmînkirin ku li Almanyayê zêdetirê 1 milyon kurd dijîn. Ev yek ji bo gelê Kurd di danûstandinên rojane yên bi hev re û ji bo pisporên ku zimanê kurdî li kêleka almanî ji bo karên xwe bi kar tînin, gelek zehmetî û kêmasiyan tîne. Weke mînak, li navenda me ya duzimanî ya Almanî-Kurdî, hem di warê derfetên pêşvebirina mamosteyan de, hem ji hêla perwerdehiya bi zimanê kurdî ve, hem jî di warê gihandina materyalên bi kalîte yên wekî pirtûkên wêneyî û yên din ên piştgiriyê de, em rastî zehmetiyan tên. Her wiha li Almanyayê tu sazî û dezgehek tune ku ezmûnên zimanê kurdî yên standardkirî û pêbawer pêşkêşî bike.

Wek saziyeke ku li ser bingeha hewcedarî û hêzê bi dêûbav û kesan re dixebite, Yekmal di sala 2020’an de yekem gavên Akademiya Yekmalê avêt ji bo peydakirina bersiv û çareseriyên pratîk ji bo derbaskirina dijwarî û kêmasiyên di vî warî. Piştî çend salan pêdiviya akademiyek wiha ne tenê mafdar derket, lê her wiha eşkere bû ku divê Akademî wekî saziyek bi xweyî statûyeke nû were damezirandin da ku bi bandortir bixebite û bigihîje zêdetir kes û derdoran. Bi vê armancê Akademiya Yekmalê di şiklê enstîtuya ziman û perwerdehiyê de ji nû ve hate organîzekirin û di sala 2024’an de bi fermî wekî gGmbH hate damezirandin.

Armancên sereke yên Akademiya Yekmalê ev in:

Di warê ziman, perwerdehiya destpêkê, xebatên pedagojîk û pêşvebirina çandê de bi rêbazên zanistî û daneyan piştgirî û pêşdebirina xebatên Yekmalê yên ku berê hatine avakirin.
Vekirina ciyên lêkolînê li ser aliyên curbecur ên ziman, nasname û çanda kurdî di derdorên akademîk de û beşdarkirina berhemanîna zanînê û berfirehkirina warên bikaranîna kurdîya nivîskî wek zimanekî avakirî û standardkirî ji bo armancên akademîk û pîşeyî.
Beşdariya giştî ji bo xurtkirina jiyana demokratîk û cihêrengiyê, nemaze di warê pirzimanî de, bi perspektîfek rexnegir li Elmanyayê.

  • Piştgirî û pêşvebirina xebatên Yekmalê di warê ziman, perwerdehiya pêşdibistanê, xebatên perwerdehiyê û xurtkirina çalakiyên çandî bi rê û rêbazên zanistî û lêkolînî.
  • Vekirina qad û derfetan ji bo lêkolînên li ser aliyên cuda yên ziman, nasname û çanda kurdî di derdorên zanistî de û piştevaniya afirandin û firehkirina qadên bikarananî zimanê kurdî ya nivîskî wek zimanek pêkhatî û standart ji bo armancên zanistî û pîşeyî.
  • Piştevaniya xebat û hewldanên ji bo xurtkirina jiyana demokratîk, pirrengî, taybetî di warê pirzimanî de, bi çavekî rexneyî li Almanyayê.

Di vê çarçoveyê de Akademiya Yekmalê xwe weke girêdaneke rexneyî û afirîner di navbera lêkolîna zanistî û pratîkê de dibîne.

Mottoya me ev e:

“girêdanek rexneyî û afirîner di navbera lêkolîn û pratîkê de”