Mîsyon û Nirxên Me

Ji bo Akademiya Yekmalê pêşvebirina pirzimanî, pirçandî û pêşketina perwerdehiyê nirxên herî girîng in, û em giraniya xwe didin wan ziman û nasnameyan ku dîtbariya wan kêmtir in, rastî astengî û zehmetiyên bingehîn (strûktûrel) dibin. Mîsyona me bi nirx û baweriyên me yên bingehîn re girêdayî ye.

Pêşxistina pirzimanî û cihêrengiya çandî: Li gorî baweriya me xurtkirina pirzimaniyê bingehek û mefteyek e ji bo hevfehmkirina navçandî. Ji bo me parastin, pêşvebirin û berfirehkirina ziman û çanda kurdî, hem li dîasporayê hem jî li welêt gelek girîng e.

Têkûzî di lêkolîn û perwerdehiyê de: Armanca me xebateke têkûz e di warê lêkolîn û xizmetên me de. Bi lêkolînên nûjen, perwerdehiyên pêşkeyî û xizmetên profesyonel, em dixwazin her tim zanîn û zenaatên zimanî, perwerdehî û pirrengiya çandî berfireh bikin û pêş ve bibin.

Girêdana dadmendiya civakî û derfetên ji bo wekheviyê: Ji bo me perwerdehiyeke dorfireh gelek girîng e ku ji bo hemû kes û civakan, eslê wan, paşxaneya wan a çandî û zimanî her çi be bila bibe, derfetên wekheviyê pêşkêş dike. Em ji bo civakeke wisa dixebitin ku tê de pirrengî wek hêzek tê dîtin û hemû mirov xweyî heman derfetan in ji bo potensiyala xwe bi kar bînin.

Hevkarî û Hevalkarî: Em bi hêza hevkarî û hevalkariyê bawer in. Bi xebateke ji nêz ve tevî xwendekaran, perwerdekaran, hevkaran û civakê re, em dixwazin armancên xwe yên hevpar pêk bînin û bibin sedema guherîneke erênî.

Etîk û Yekrêzî: Em her tim li gorî nirxên etîk ên herî bilind dixebitin, ji bo yekrêziyê têdikoşin di hemû xebat û xizmetên xwe de. Em rêzdar in ji bo pirrengiya fikr û dîtinên cuda, piştevaniyê dikin ji bo danûstandineke vekirî û bi rêzdarî.

Ev daxuyaniya mîsyonê di çalakiyên me yên rojane de rêberiya me dike û armanc û stratejiyên me yên demdirêj diyar dike. Em ji bo piştevaniya avakirina civakeke dadperwer, wekhev, pirreng dixebitin ku tê de perwerdehî û ziman alavên guherîn û hêviyê ne.