Derbarê Me

“Akademiya Yekmalê ji bo Ziman, Perwerde û Lêkolînê” (bi kurtî Akademiya Yekmalê) enstîtuyeke lêkolîn û perwerdeyê ye ku di warê ziman û perwerdeyê de kar dike. Akademî pêşî di sala 2020’an de wekî beşeke Yekmalê ava bû. Ji sala 2024’an de Akademî wek gGmbH ji nû ve hat damezirandin ji bo ku bi perspektîf û metodên transdisîplînî li ser gelek aliyên ziman û perwerdehiyê lêkolînan bike û di warê pirzimanî, ezmûnên zimanî, amadekirina pirtûk û materyalên perwerdehiyê, perwerdehiya mamoste û perwerdekaran, werger û kursên zimanê kurdî pêşkêş bike.