Akademiya Yekmalê bi germî we vedixwîne îvênta Roja Pisporiyê ku di 20ê Sibata 2026an de bi helkefta Roja zimanê Dayikê bi awayek serhêl tê lidarxistin.
Zana, aktorên saziyên civatî, dêûbav û parêzvanên pirrengiya zimanî tên ba hev da ku li ser beşdariya dêûbavan di pergala perwerdehiyê de û waneyên bi zimanê dayikê bi hev re biaxivin. Pirsa sereke ewe, çawa pirzimanî weke çavkaniyek were naskirin û dêûbav bi taybet ên koçber û pirziman çawa dikarin bi awayekî çalaktir beşdarî pêvajoyên dibistanê bibin?
Bername di çarçoveyeke profesyonel û diyalogê de hatiye sêwirandin û li ser çar mijarên sereke disekine.
Pêşkêşiyek zanistî li ser beşdariya dêûbavan di konteksta dibistanê de, di bernameyê de ye. Handan Caglayan û Münevver Bazan encamên lêkolîneke xwe ya li ser asta Almanyayê pêşkêş dikin ku li ser beşdariya dêûbavan û rola perwerdehiya zimanê dayikê hatiye pêkanîn. Herweha paralel çend workşopên bi zimanê Almanî û zimanê Kurdî ji bo xurtkirina beşdariya dêûbavan tên lidarxistin. Panêlek bi beşdariya aktorên ji siyasetê, civaka sivîl û zanstê pêk tê ku derî ji bo gotûbêjek vekirî li ser alingariyên heyî, perspektîvên ji bo pêşerojê, çavkaniyên berdest û çareseriyên gengaz ji bo beşdariya dêûbavan tê lidarxistin.
Ev xebat wekî platformekê ye ji bo danûstandin, torbendî û rengvedana hevbeş. Em dê kêfxweş bibin ku Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî bi we re pîroz bikin.
Roj: 20.02.2026
Demjimêr: 12:00–16:00 Uhr
Cîh: Serhêl (via Zoom)
Qeyd
Ji bo beşdariyê, divê hûn li ser vê lînkê xwe qeyd bikin: https://eveeno.com/169967475
Lînka têketina ZOOMê, du rojan berî îvêntê dê bi E-Mail ji we re bê şandin.
Hevparên vê xebatê:
WIRKT
Tora Dêûbavan a Rêxistinên Koçberan ên ji bo Perwerdehî û Beşdariyê (bbt)