Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, Radyoya Cosmo Kurdî bi rêvebirê Akademiya Yekmal M. Serif Derince re hevpeyvînek pêk anî. Derince bersiv da pirsên rojnamevan Celil Kaya yên di derbarê lêkolîna me ya li ser pirzimaniya li malbat, pêşdibistan û dibistanê de. Her wiha, Derince konferansa me ya ji bo Roja Zimanê Dayikê ku di 21ê Sibata 2025an de bi sernavê “Pirzimanî di Malbatê de” hat lidarxistin, nirxand. Hûn dikarin guhdarîya hevpeyvînê li ser lînka li jêr bikin:
https://www1.wdr.de/radio/cosmo/programm/sendungen/bernama-kurdi/civak/di-nav-malbaten-kocberan-de-pirrzimani-100.html