Hûn bi xêr hatin Akademiya Yekmalê

“Akademiya Yekmalê ji bo Ziman, Perwerde û Lêkolînê” (bi kurtî Akademiya Yekmalê) enstîtûyeke lêkolîn û perwerdeyê ye ku di warê ziman û perwerdeyê de kar dike. Gavên pêşîn ên Akademiyê di sala 2020’an de wekî beşekê Yekmalê hatibû avêtin. Piştî gelek amadekarî û hewcedariya di qadê de, Akademî di destpêka sala 2024’an de wek gGmbH ji nû ve hat avakirin. Akademî bi perspektîf û metodên transdisîplînî li ser gelek aliyên ziman û perwerdehiyê lêkolînan dike û di warê pirzimanî, ezmûnên zimanî, amadekirina materyalan, û perwerdehiyê ji bo mamoste û perwerdekaran de dixebite, kursên ziman û xizmetên wergerê pêşkêş dike.